Şîrketa Rapirsînê ya SAMERê li 11 bajarên Kurdan (Amed, Agirî, Êlih, Bedlîs, Çewlik, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex û Dêrsimê) rapirsînek çêkir. Di rapirsînê de ji sedî 81,5 ji bo Kurdan statûya siyasî xwestin. Ji sedî 92 perwerdehiya bi kurdî xwestine. Kesên ku federasyon, xweserî, serxwebûn û xurtkirina rêveberiyên herêmî xwestine pirr in. Tiştê balkêş ew e ku alîgirên AKPê jî bi qasî alîgirên BDPê statûyek ji bo Kurdan xwestine. Ji sedî 31ê kesên ku tevlî vê rapirsînê bûne dengê xwe didin AK Partiyê. Şêwirmendê SAMERê yê vê rapirsînê û serokê Baroya Amedê, parêzer Mehmet Emîn Aktar, encamên vê rapirsînê ji Rûdawê re şîrove kirin.
Rûdaw: We çima hewcedarî bi rapirsîneke wiha dît?
Mehmet Emîn Aktar: Dema meseleya çareserkirina pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin, tim pirsa “Kurd çi dixwazin?” tê kirin. BDP xweseriya demoratîk dixwaze, HAK-PAR û KADEP federasyonê diparêzin. Lê bi rastî jî xweserî û federasyon wê li ser kîjan esasî çêbikin, sînor ji kû dest pê dike û li kû diqede, kesek nabêje. Di vê pêvajoya ku makeqanûn tê amadekirin de, me xwest em ji gelê Kurd bipirsin ka çi dixwaze. Ji ber vê yekê me li 11 bajarên Kurdan ev rapirsîn çêkir. Me dixwest li gorî vê demografîka Kurdistanê xebatekê bikin. Lewre li vir Ereb, Tirk, her wiha meshebên şafiî, elewî û henîfî dijîn. Her wiha Îsewî hene. Me xwest em daxwaza wan hîn bibin.
Di encama vê xebatê de çi derkete holê?
Kurd dibêjin bi vî şeklî jiyan ji bo me nabe. Bi vî şeklî îdare nabe. Dixwazin sîstema îdarekirina Tirkiyeyê biguhere. Yên xweserî, serxwebûn û federasyonê dixwazin hene. Kesên ku dixwazin îdareyên herêmî xurt bibe, hene. Lê di encamê de ji sedî 80 jortir ji bo Kurdan statû dixwazin.
Yên ku statû dixwazin tenê BDPyî ne yan dildarên AK Partiyê jî hene?
Yên ku dengê xwe dane AK Partiyê jî statû dixwazin. Gellek kesên ku rayên xwe dane AK Partiyê serxwebûnê dixwazin. Yên ku rayên xwe dane AK Partiyê ji sedî 15 serxwebûn, ji sedî 27 xweseriya demokratîk, ji sedî 7 federasyon, ji sedî 13 xurtkirina îdareya herêmî dixwazin. Sedî 62 alîgirên AK Partiyê statû dixwazin.
Yên ku rayên xwe dane BDP’ê çi dixwazin?
Ji sedî 20 serxwebûn, ji sedî 55 xweseriya demokratîk, ji sedî 15 federasyon xwestine. Ji sedî 96 BDPiyan statû xwestine. Bi tevahî yên ku di vê rapirsînê de cîh girtine, ji sedî 19 serxwebûn, ji sedî 41 xweseriya demokratîk, ji sedî 12 federasyon xwestine û ji sedî 9 xurtkirina otonomiya herêmî xwestine. Yanê ji sedî 82 statû xwestine. Dibe ku encama vê rapirsînê ne li gorî dilê AK Partiyê û ne jî li gorî dilê BDPê be. Lê daxwaza gel ev e. Dil dixwaze hin rapirsînên din jî çêbibin. Eger rapirsînên din jî çêbibin, wê bibe wesîqeyên wisa ku kes êdî nikare înkar bike ku Kurd statû dixwazin.
Madem tabana AK Partî û BDPê ji Kurdan re statû dixwazin, gelo çima herdu partî nikarin ji hev bixwin, rayên hev bistînin?
Belkî rayên diçin AK Partiyê biçin BDPê lê rayên BDPê naçin AK Partiyê. Hem AK Partî dibêje ez statû qebûl nakim, zimanê kurdî nabe zimanê perwerdehiyê û hem jî Kurd rayên xwe didin vê partiyê.
Sedema vê yekê li gorî we çi ye?
Kurdên ku rayên xwe nadin BDPê û statû dixwazin, ji neçariyê ray didin AK Partiyê. Di nava Kurdan de ji sedî 30 rayên dîndar û muhafezekaran heye. Ev ray helbet bê xwedî nîn in. Dibe ku BDPê weke partiyeke çep dibînin, ji ber vê yekê ray nadin BDPê. Hinek ji van rayên xwe didin AK Partiyê, hinek didin Saadetê û hinek jî didin Has-Partiyê. Hinek jî dibe qet naçin ser sandoqan. Eger partiyeke ku ji bo Kurdan statû dixwaze, ji bo zimanê kurdî perwerdehî bixwaze û muhazakar bê avakirin, mimkun e rayên AK Partiyê kêm bike. Yan jî BDP di aliyê oldaran de hurmetkar be, di kadroyên xwe de, şaredariyan de cîh bide wan û ji wan re deriyek veke, mimkun e bikaribe rayê wî aliyî bigre. Eger BDP partiyeke Kurdistanî be, wê bikaribe eniya xwe ya raywergirtinê fireh bike.
AK Partiyê herçiqas gavên weke TRT-6 û avakirina kursiyan di zanîngehan de avêt jî, piştî hilbijartina 2011ê gav paşde avêt. Gelo wisa biçe, wê encameke çawa derkevê holê?
Di demên dawî de girtin zêde bû. Li Roboskiyê qetlîamek çêbû, ev 5 meh in ti gav nehatine avêtin, kiryarên vê bûyerê nehatin darizandin, nehatin cezakirin. Vê yekê hêviya mirovan şikand. Di tabana AK Partiyê de jî nerazîbûn heye. Parlementerên di nava AK Partiyê de jî êşiyan. Di tengasiyeke zor de ne. Ji ber vê yekê herkes ji xwe re rêyek vedike. Lê ji ber nîmetên desthilatdariyê nikarin dev ji parlementerî û meqama xwe berdin. Lê ez baş dizanim hin parlementerên di nava AK Partiyê de li der û dorê gotine rêya ku AK Partî diçe ne ti rê ye. Wijdanê wan diêşe, gellekî aciz bûne. Ji evqas girtinan aciz in. Dewlet niha dibêje muxatab li kû ne? Muxatab hemû di zindanan de ne. Te muxatabên xwe avêtine girtîgehê û tu behsa muzakereyê dikî.
Kesên ku di vê rapirsînê de deng dane, ji kîjan qadên civakê pêk tên?
Jinên ku di mala xwe de dixebitin, xwendevan, karker, karmendên dewletê, esnaf, bazirgan statû dixwazin. Ev kes dizanin ku eger statûyek neyê naskirin, ev têkoşîn û şer wê bidome. Ev yek di meseleya ziman de jî wisa ye. Daxwaza gel pirr zêde ye. Ji sedî 91 dixwazin perwerdehiya zimanê kurdî pêk bê.
Hevpeyvîn: Maşallah Dekak /Amed /Rûdaw
Tevaya raportê di hejmara nû (147) ya Rûdawê (Çapa Ewropa) de bixwîn. Hejmara nû ji roja pêncşemê, 17.05.2012, ve li rojnamefiroşan e.
Têbînî: Belavkirina vê nivîsê bêyî nîşandana Rûdaw wekî çavkanî qedexe ye.